Berxwedana gelê herêmê bi şevbuhêrkeke helbestî hat vegotin

Di çalakiyeke çandî ya li bajarê Qamişloyê de helbestvanan bal kişand ser berxwedana gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

19 sibat, 2025   19:27
QAMIŞLO

Bi armanca balkişandina ser berxwedana gelên herêmê û dewlemendiya wêjeya Kurdî, Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke helbestî li dar xist. 

Di şevbuhêrkê de rewşenbîr, bi dehan xelkê bajêr û kesên bi wêjeyê re elqedar beşdar bûn.

Helbestvan Mihemed Sîno, Anahîta Sîno, Şevreş Caro û Ebûd Mexso bi Kurdî helbestên xwe xwendin. Di helbestan de bal li ser berxwedana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet berxwedana li Bendava Tişrînê hat kişandin. Her wiha di helbestvan bal li ser bêrîkirina welat û war hat kişandin.

(fr)

ANHA