Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Çavdêran diyar kir ku girtina Îmamoglû gelek guman li ser cidiyeta dewleta Tirk a dagirker li hemberî pêvajoya aştiyê de, derxistin. Hizbullah jî di navbera 2 rêyan de maye. An ew ê serî bitewîne yan jî dê bikeve şerekî dijwar. Rikberiya Tirkiye - Îranê jî heta asteke mezin berfireh

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
30 adar, 2025   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojeva rojnameyên Erebî ya hefteya borî de geşedanên li Tirkiyeyê, rewşa Lubnanê û rikberiya dewleta Tirk a dagirker û Îranê cih girtibû.

GIRTINA ÎMAMOGLÛ GUMANAN LI SER CIDIYETA LI HEMBERÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI KURDAN RE DERDIXE

Li ser rewşa Tirkiyeyê rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser durûtiya dewleta Tirk a dagirker û li ser zimanê hin siyasetmedarên ku piştgiriyê didin doza Kurdî wiha hatibû weşandin: "Ev geşedan gefê ne tenê li bidawîkirina şerê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re dixwe, her wiha ew gefê li asoyên demokrasiyê li seranserî Tirkiyeyê bi giştî dixwe."

Di rojnameyê de hat gotin ku ev siyaset ê hikumeta dewleta Tirk a dagirker bixe rewşeke pir dijwar. Girêdayî wê hinek dibînin ku eger Erdogan bi cidiyet nêzîkî pêvajoya aştiyê biba cezayên li ser Rêber Abdullah Ocalan nû nedikirin û wiha hat gotin: "Tevî banga Ocalan lê hîn jî hikumeta Tirkiyeyê tu nexşerê diyar nekirin û niyetên xwe yên ji pêşeroja vê pêvajoyê diyar nekirin."

Çavdêran diyar kir ku ev nezelaliya dewleta Tirk a dagirker gumanên li ser domandina pêvajoyê û cidiyeta Enqereyê li hemberî wê, derdixe.

HIZBULLAH DI NAVBERA 2  RÊYAN DE

Rojnameya El Şerq El Ewset girîngî da encamên êrişa Îsraîlê ya yekemîn ji dema ragihandina agirbestê ve li dijî başûrê Beyrûtê. Di rojnameyê de hat diyarkirin ku Hizbullah êdî di navbera 2 rêyan de maye, yan ew ê serê xwe bitewîne û xwe di vê rewşa heyî de radest bike yan jî ew ê biryara şerekî berfireh bide ku di encamê de jî dê zirarên mezin bike.

Fermandarê berê profesor Hesen Jony diyar kiribû ku hedefgirtina başûrê Beyrûtê bûyereke pir metirsîdar e û ev dewleta Lubnanê bi hemû saziyên xwe dide ber ceribandin û ezmûnkirinê, ne tenê Hizbullah.

Girêdayî wê, çalakvanê siyasî Elî El Emîn got ku li pêşiya Hizbullah 3 rê hene; yan ew ê bersivê bide û di encamê de Îsraîl êrişên xwe berfiretir bike, yan bêdeng bimîne yan jî operasyonên bê aşkerekirin pêk bîne, wek topbarankirinê bê ku berpirsiyariyê bibe ser milê xwe.

El Emîn destnîşan kir ku ev rêbaza dawîn êdî bi kêr nayê ji ber ku her çiqas jêdera topbaranê nenaskirî be jî, dîsa Îsraîl yekser Hizbullah hedef digire wek ku ew berpirs e.

ÎRAN Û TIRKIYE: JI ŞERÊ SIYASÎ BER BI ŞERÊ ÇANDÎ Û NETEWEYÎ

Rojnameya Independent a Erebî bal kişand ser nakokiyên di navbera dewleta Tirk a dagirker û Îranê de û diyar kir ku êdî nakokiyên wan ne tenê siyasî û leşkerî, her wiha çandî û neteweyî ne jî.

Rojnameyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze para xwe ji Asyaya Navîn û Qefqasê bistîne. Ji bo wê jî hewl da sembolên çandî û ronakbîrî wekî Celaledînê Romî û Nîxamî El Gencoy wekî beşek ji kultûra Tirkî nîşan bide. Di encamê de nakokiyên çandî bi Tehranê re kûrtir bûn.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku ev geşedan û bûyer hemwextî rewşa xerab li Îranê û rejîma wê ya di encama siyasetên serokê Amerîkayê Donald Trump de, xwedî girîngiyeke mezin in. Ji ber wê jî helwesta dewleta Tirk a dagirker jî rewşa rejîma Îranê hîn xerabtir û dijwartir dike.

Rojnameyê da zanîn ku yan rejîma Îranê dê li hemberî van geşedanan bêdeng be û encamên wan qebûl bike, yan jî ew ê şidet û tundiyê bide meşandin û ev jî dê şerên neteweyî li herêmên cuda bi taybetî li herêmên Kurdî û Azerî bide destpêkirin.

(mh)