Silêman Ehmed 49 roj e revandî ye

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 49 roj e agahî nayê wergirtin. Hêzên PDK’ê nahêlin parêzer an jî malbat hevdîtinê pê re bike.

Silêman Ehmed 49 roj e revandî ye
12 kanûn, 2023   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 49 roj e agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek dabû û îdia kiribû ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed “ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye” û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwaribû.

Li gel ku bertek û helwestên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyeke PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikumeta Başûr ve der barê rewşa rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.