Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd

Heyva Sor a Kurd di peydakirina pêdiviyên tenduristiyê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi roleke mezin radibe. Niha jî 11 salan piştî damezirandina xwe, bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser sîstemeke tenduristiyê ya saxlem û domdar ava dike.

Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
Di nava 11 salan de xebatên Heyva Sor a Kurd
12 kanûn, 2023   09:23
QAMIŞLO
XALID ETÊ

12'ê Kanûnê salvegera 11'emîn a damezirandina Heyva Sor a Kurd e ku ew wek rêxistineke serbixwe û sivîl xebatan dike. 

Hevserokê Heyva Sora Kurd Dilgeş Îsa da zanîn ku rêxistinê di 11 salên kirîza Sûriyeyê de li ser peydakirina pêdiviyên tenduristiyê û xelaskirina jiyana kesên ku di encama şer de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirar dîtine, xebitî. Her wiha an ziman ku Heyva Sor  li gor pîvan û nirxên sereke yên rêxistinên Heyva Sor û Xaça Sor ên navneteweyî kar dike.

Îsa ku yek ji damezirînerên Heyva Sor a Krud ji ajansa me re axivî û  got: "Heyva Sor a Kurd bi derfetên kêm ên ku gel pêşkêş kirine roleke mezin di pêşxistina civakên ji ber felaketan zirar lê hatine de list. Heyva Sor a Kurd di 11 salan de alîkariya tenduristiyê ji birîndar û koçberan re pêşkêş kir. Her wiha di pêvajoyên girîng ên aloziya Sûriyeyê û şoreşa Rojava de hemwextî derketina DAIŞ'ê û berxwedana li hember wê hatiye kirin, dîsa  jî dema koçberiya ji ber êrişên û dagirkirina herêman ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kar dikir."

XIZMETÊN SALÊN 2022 û 2023'YAN

Heyva Sor a Kurd bi rêya 44 navendên xwe yên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gelek xizmetên tenduristî û mirovî pêşkêş kirin û hîna dike.

Ji wan 7 navend bi navê "Navenda Rewşên Awarte û Lezgîn" ku tê de 65 ambulans dixebitin hene. Di 2 salên borî de 418 hezar welatî ji xizmetên rêxistinê sûd wergirtine. Her wiha 13 noqteyên çavdêriya tenduristiyê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 15 navendên tenduristiyê bi beşên cuda hene. Her wiha 5 kilînkên Heyva Sor hene û di ber re jî alîkariya nexweşxaneyên giştî yên li herêmê mîna Nexweşxaneya Gel a Hesekê dike.

Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişloyê navendên dest û pêyên çêkirî vekiriye. 712 kesên bê dest û pê, hezar û 929 kesên pêwîstiya wan bi dermankirina fîzîkî hebû û hezar û 524 kesên pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî hebûn, sûc ji vê navendê wergirtin.

Heyva Sor a Kurd ji bo kefşkirina zû ya penceşêra pêsîrê navenda mamografiyê vekir.

Heyva Sor a Kurd niha nexweşxaneyeke taybet a şewatan û nexweşên penceşêr û telasimyayê li naverasta kantona Qamişlo ava dike. Li gor rêveberiya heyvê hindek maye ev xebat bi dawî bibe.  

Li gor daneyên fermî yên Heyva Sor a Kurd salên di navbera 2022-2023`yan de milyonek û 733 hezar nexweş sûd ji van navendan wergirtiye.

HEYVA SOR Û ERDHEJA 6'Ê SIBATÊ

Heyva Sor a Kurd di erdheja 6'ê Sibatê de ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de çêbûye roleke pêşeng lîst.

Rêxistinê bi projeya "Bersivandina Rewşên Awarte" de xizmetên lezgîn wek dermankirina birîndaran û veguhastina wan, pêşkêşkirina xwarin, derman, peydakirina stargehan û alîkarî pêşkêş kirin.

Her wiha Heyva Sor a Kurd li deverên cuda yên herêmê kom ji bo şêniyên bê war mane, veddan. Li kampên Serdem û Berxwedan ên Şehbayê 421 kon danîn, xwarin û vexwarin ji koçberan re peyda kirin. Dîsa jî ji bo kesên ji ber erdhejê bê war mane li Şehbayê 130 avahî ava kirin.

Îsa destnîşan kir ku  Hevya Sor a Kurd di 11 salan de xwe bi rêxistin kir û gihîşt astên pêşketî û got, Hevya Sor hîn jî bi alîkariya aliyên navneteweyî û rêxistinên dost ên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xizmetan pêşkêş dike.

Îsa bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya xebatên wan û wiha domand: “Zehmetiyên li pêşiya me dorpêç û girtina deriyên sînorî ne ya ji ber vetoya Rûsya û Çînê ku hişt ji sedî 75 ji alîkariyan ji ser herêmê qut bibin, her wiha hebûna DAIŞ'ê li herêma Firatê û Dêrazor û Reqayê hişt binesaziya herêmê hilweşe, zêdeyî wê nexweşiyên wek Kolera ji ber qutkirina ava Firatê û hebûna 16 kampên koçberan û erdhejên ku qewimîne û bihabûna dermanan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê, belav bûn. Lê tevî van zehmetiyan dîsa jî me xebatên xwe ranewestandin û hîna berdewam in."

STRATEJIYA RÊXISTINÊ YA AVAKIRINA SÎSTEMEKE TENDURISTIYÊ

Hevserokê Hevya Sor a Kurd Dilgeş Îsa di dawiya axaftina xwe de got: “Heyva Sor a Kurd ji bo avakirina sîstemeke tenduristiyê ya saxlem û domdar bi saziyên Rêveberiya Xweser re dixebite ku ne tenê xizmetan pêşkêş bike, lê belê pergaleke tenduristiyê ya berfireh ava bike. Em niha jî ji bo avakirina sîstema berevaniya sivîl û pêşxistina beşa awarte û têkoşîna li dijî nexweşiyan dixebitin."

(mh)

ANHA