Rojnameyên erebî: Nakokiyên di navbera çeteyên dewleta Tirk de giran dibin

Li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirikirî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, şerê Îsraîl û Hemasê, her wiha têkiliyên Biden û Netanyahu mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên di navbera çeteyên dewleta Tirk de giran dibin
12 kanûn, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser parçebûna di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî de. 

Rojnameyê da zanîn ku çeteyên ′Siqûr El Şam′ ragihand ku ji çeteyên "Cebha El Weteniya Lîtehrîr" ku kombûna herî mezin a çeteyan e, veqetiyaye. Hate diyarkirin ev veqetîn aloziya ′Cebha El Weteniya Lîtehrîr" kûrtir dike ku li herêmeke di bin serweriya çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ de çalak e.

Li gorî nûçeyê, sedema parçebûn û nakokiyan pirsgirêkên navxweyî yên li ser kontrokirina herêman, radestkirina postên girîng ji bo kesên nêzîkî fermandaran, biryarên yekalî û belavbûna gendeliyê ye.

‘ŞERÊ LI XEZAYÊ GUR DIBE’

Rojnameya Independent El Erebî bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û bandora şer a li herêmê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di şerê Hemas û Îsraîlê de, di rojekê de ji yekîneyekê 7 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin. Her wiha hate diyarkirin ku ev yek dijwariya şer nîşan dide.

Di nûçeyê de hate gotin: “Berprisên ewlehiyê yên Îsraîlê dibêjin ku dê sala 2024′an sala aloziyên ewlehiyê be, bêyî ku aramiyeke bi temamî li eniyên Xeza û Lubnanê çêbe.”

‘NAKOKIYÊN DI NAVBERA BIDEN Û NETANYAHU DE’

Tora El Hura cih da bandora şerê  Îsraîl û Hemasê li têkiliyên Washington û Til Avîvê. Rojnameyê ragihand ku serokê DYA′yê Jeo Biden roja duşemê îşaret bi wê yekê kir ku alozî di peywendiyên wî û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de heye. Her wiha hate diyarkirin ku Netanyahu di "helwesteke dijwar" de ye.

Li gorî rojnameyê, Biden gotiye “Îsraîl di rewşeke dijwar de ye û nakokiyên wî bi hin rêveberên Îsraîlî re hene.

(bb)