Sîham Dawûd: Dorpêçkirin nîşaneya binkeftina hikumeta Şamê ye

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê got dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û Şehbayê delîla bêçarebûn û têkçûna hikumeta Şamê ye.

Sîham Dawûd: Dorpêçkirin nîşaneya binkeftina hikumeta Şamê ye
14 ÇILE, 2024   05:42
REQA
ENES MIHEMED

Têkildarî dorpêça ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî. 

Sîham Dawûd bal kişand ser armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê û diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê dorpêçê armanc dike herêmên li derveyî kontrola wê, kontrol bike. Her wiha anî ziman ku ne xema hikumeta Şamêm ye çi bi serê niştecihên wan herêmên were.

Sîham Dawûd bi bîr xist ku hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê ve kontrolkirin û parastina sînorên xwe û welêt paşguh kir û wiha dom da axaftina xwe: "Hikumta Şamê li şûna ku aloziyê bi rêyek aştiyane çareser bike serî li vebijarka leşkerî da. Her çiqas di aliyê navneteweyî ve berê xwe dide gel dorpêçê bi taybetî ya li ser herêmên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye giran dike.  Hikumeta Şamê dixwaze  wan herêman dîsa kontrol bike."

Sîham Dawûd destnîşan kir ku dorpêç berdewama siyaseta hikumeta Şamê, Tirkiye, Rûsya û Îranê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ev nirxandin kir: "Trajediya li herêmên dorpêçkirî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamên civînên çaralî yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê ye. Armanca wan aliyan yek e ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dema mijarek girêdayî berjewendiyên navneteweyî û aborî be, qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mirov û rûmeta mirov betal dibin. Divê NY û civata navneteweyî li gor qanûnan mafên mirov biparêzin û dorpêçê rawestînin ji ber ku sûcekî şer e."

Sîham Dawûd diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên li herêmên Şehba û taxên Helebê yên dorpêçkirî nîşan dide ku berjewendiyên aborî yên di navbera dewletan de ji çarenûsa gelê Sûriyeyê yê dorpêçkirî û ji xwarin û dermanan mehrûm e, girîngtir e.

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd destnîşan kir ku ji roja yekemîn a dorpêçê ve  xelkê herêmên dorpêçkirî xwedî vîneke xurt in û ji cîhanê tev de re îsbat kirin ku ew nûnertiya gelê azadîxwaz dikin.

(şx)

ANHA