Dr. Berwarî: Li Başûr guhertin çênebe wê serhildan çêbibe

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku rewşa Başûrê Kurdistanê di her alî de xirab e û got: “Eger li Başûrê Kurdistanê  di nava çend mehên de bê guhertin çênebe bê guman dê serhildaneke giştî li Iraq û Başûrê Kurdistanê çêbibe.”

Dr. Berwarî: Li Başûr guhertin çênebe wê serhildan çêbibe
14 ÇILE, 2024   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Der barê rewşa Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartinên parêzgehên Iraqê yên 18`ê Kanûna 2023’yan pêk hat, daxuyanî û planên dewleta Tirk-PDK`ê de cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji ANHA`yê re axivî.

Kamûran Berwarî diyar kir ku hilbijartinên di 18`ê Kanûnê de pirsgirêka Iraqê çareser nakin û got: “Ger hikumetên xwecih li parêzgehên Iraqê bi şêwazekî rast çêbin, ev dê ji bo hikumeta navendî bibe barsivikiyek. Ev ê bibe pêngavek ji bo birêxistinkirina xizmetguzariyan. Ji ber ku di her alî de rewşa Iraqê xirab e. Ev hilbijartina hatiye kirin nabe sedema çareseriya pirsgirêka Iraqê. Ji ber ku hîn jî pirsgirêkên hilbijartinan nehatine çareserkirin. Li ser navê gel hinek tifaqên li piştperdeyan di navbera hinek alî û hinek kesan de çêbûne. Gelek deng hatine tomarkirin û gendeliyeke mezin kirine.”

‘SIYASETA TIRKIYEYÊ LI BAŞÛR Û IRAQÊ ŞIKESTIYE’

Berwarî destnîşan kir ku di van hilbijartinan de jî diyar dibe ku gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê siyaseta dewleta Tirk, hevpeymanên wê yên navxweyî û herêmî gelekî baş fem kirine û got: “Gel dizane ku armanca dewleta Tirk qelskirina berjewendiyên Kurdan û yên Iraqê ye. Ji ber vê yeke dewleta Tirk û hevkarên wan roj bi roj dişikên, rastiya wan tê dîtin. Di encama hilbijartinên li Mûsil, Kerkûk û cihên madeya 140’an jî derket holê ku siyaseta dewleta Tirk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê şikestiye.”

`YNK NABE AMÛRA DEWLETA TIRK`

Kamûran Berwarî der barê daxuyaniyên wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan ên dijberî YNK`ê de jî got: “Armanca daxuyaniyê ew e ku yekitiya gelê Kurd xirab bikin. Ji aliyekê vê dixwazin Başûrê Kurdistanê bikin du parçe û siyaseteke dijber YNK bi kar bîne. Ji aliyê din ve jî nakokiyên di navbera PKK û PDK`ê de kûr bike. Hakan Fîdan piştî bûye wezîrê karên derve jî dîsa wekî serokê MÎT`ê daxuyaniyan dide. Ev daxuyaniyên wî berpirsyariyê hilnagirin. Ew baş dizane ew daxuyanî vala ne û nikare yekrêziya gelê Kurd têk bibe. YNK nabe amûra siyaseta dewleta Tirk û ew baş dizane her hêzêke li Başûrê Kurdistanê yan jî li Rojavayê Kurdistanê hevkarî li gel Tirkiyeyê dike, di nav gelê Kurd de rezîl û riswa bûye.”

`GELÊ ME DENGÊ XWE DÊ NEDE HÊZÊN LI GEL TIRKIYEYÊ`

Berwarî ji bo amedekariyên hilbijartinên parlamentoyê yên 30`ê Gulanê li Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku hemû hêzan xwe ji bo Başûrê Kurdistanê amade kiriye ku di hilbijartinan de dengên zêde bigirin û got: “Gelê Başûrê Kurdistanê baş dizanê dê dengê xwe bide kê. Dê encamên wekî yên li Mûsil û Kerkûkê derkevin holê. Dê hinek tiştên ji nişka ve çêbin. Bê guman heke di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de Iraq an jî NY serpereştiyê bike û wekî berê gendeliyên mezin çênebin, dê nexşeyên siyasî li Başûrê Kurdistanê bên guhertin. Ji ber ku gelê me deng nade hêzên li gel Tirkiyeyê.”

‘SERHILDANEKE GIŞTÎ DÊ LI IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇÊBE’

Berwarî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku di vê qonaxa xeternak de divê hişyar bin û got: “Ew alî û kesên di 33 salan de nikarîbûn xizmeta Başûrê Kurdistanê bikin, divê di hilbijartinan de bên cezakirin. Ji ber ku gelê herêmê ji vê desthilatdariyê bêzar bûye. Ev qonaxa niha ya Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe, gelekî xeternak û biêş e. Ji ber ku rewşa gelê Başûrê Kurdistanê di her alî de xirab e. Hemû pere û dahata Başûrê Kurdistanê û heta pereyên ji Iraqê jî tên, naçe bankên Başûrê Kurdistanê, diçe cem malbat, kes û partiyên siyasî. Ev rewş gelekî metirsîdar e. Rewş gihaştiye wê astê ku ger di nava çend mehên bê de guhertin çênebe, hikumeta Başûrê Kurdistanê acîziya gel hîs neke, bê guman dê serhildaneke giştî li Iraq û Başûrê Kurdistanê çêbe.”

`YAN DÊ BI ZEXTÊ RAST BIBIN AN DÊ BÊN GUHERTIN`

Berwarî anî ziman ku ji ber desthilatdariya PDK`ê sîstema federaliyê li Başûrê Kurdistanê têk çûye, divê sîstema konfederalîzma demokratîk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê dîsa çêbe û got: “Divê hin kesên nû bên hilbijartin. Ji bo wê rûyên di 33 salan de di hilbijartinan de dihatin dîtin, bên guhertin. Ew kesên niha desthilatdar in, divê bizanin ku êdî girseya wan nemaye. Ji ber wê jî yan dê bi zexta gel xwe rast bikin, an jî ji meydana siyasî rabin. Bizanin desthilata heyî nikare nûnertiya gelê Kurd bike. Divê ev hişmendiya desthilatdariyê bê guhertin. Ev sîstema federaliyê li Başûrê Kurdistanê têk çûye, divê em êdî sîstema konfederalîzma demokratîk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Ew sîstema li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêkanîn, mînakeke baş e ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê.”

ANHA