Panorama hefteyê: Aloziya li Şamê û rageşiya li Deryaya Sor

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih da rewşa li herêmên hikumeta Şamê, rageşiya li Deryaya Sor û şerê li Xezayê.

Panorama hefteyê: Aloziya li Şamê û rageşiya li Deryaya Sor
14 ÇILE, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyeke bi sernav "li hin taxên Şamê jiyana luks û li hinekan jî xizanî û tarî" nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de rojnameyê îşaret bi cudahiya di navbera taxên paytexta Sûriye Şamê de kir û diyar kir ku li hin taxên paytextê her çiqas rewşa aborî dijwar be, her tişt peyda dibe, bi erebeyên modern qerebalix in, li gor taxên din kehrebe hertim lê heye û li hin taxên din jî xizanî, parsekî li peyare û parkan belav in, ew tax di nava tariyê de ne ji ber ku kehrebe rojane tenê çend saetan heye û xebatên xizmetguzariyê jî kêm in.

Der barê êrişên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Hûsiyan de, rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Êrişên Amerîka-Brîtanyayê li şûna ku Hûsiyan dorpêç bike wan di qada herêmî de pêş dixe" weşand.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin li şûna ku derbeyên DYA û Brîtanyayê hêza Hûsiyan lawaz bike, lê xizmeta wan dike û wan di qada herêmî de wekî ku komeke girêdayî "eniya berxwedanê ne" derkevin pêş.

ÎSRAÎ DI ŞER DE DERBASÎ QONAXEKE DIN BÛ

Der barê şerê navbera Hemas û Îsarîlê de rojnameya Independent Arabia nûçeyek nivisî. Rojanmeyê di nûçeya xwe de da zanîn ku li gel şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de bû sedema wêraniyeke mezin û karesateke mirovî, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew derbasî qonaxeke din a şerê li Xezayê bûye.

Li gor rojnameyê piştî ku Îsraîlê di destpêka şer de, bakurê Xezayê bi dijwarî topbaran kir, niha Xeza û başûrê wê topbaran dike ku bi sed hezaran sivîlên ji ber şer reviyane lê ne.

 ANHA