Siberoja Xezayê ya piştî plana Trump rojeva rojnameyên erebî ye

Li gorî rojnameyên erebî qebûlkirina plana DYA’yê ji aliyê Hemasê ve, tawîzeke neçarî ye û nîşan dide ku armancên wê yên sereke hatine guhertin. Lê aliyên din vê qebûlkirinê wek hewldaneke ji bo vekirina rêya dan û standinê dibînin ku dikare bibe sedema bidawîbûna şerê li Xezayê.

Siberoja Xezayê ya piştî plana Trump rojeva rojnameyên erebî ye
6 cotmeh, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî têkildarî bandorên qebûlkirina şertên Îsraîlê ji aliyê Hemasê ve û siberoja Xezayê ya piştî plana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a ji bo bidawîanîna şer nivîsîn.

‘HEMAS JI DESTÊ ÎRANÊ DERKET’

Rojnameya El Ereb nivîsî ku qebûlkirina Hemasê ya radestkirina hemû girtiyên Îsraîlê û cenazeyan, xweradestkirina pêşniyara Trump û plana wî ya bidawîanîna şerê Xezayê ye. Rojnameyê wiha nivîsand: "Ne gengaz e ku mirov behsa planeke DYA’yê ya hevseng bike, ji ber ku ev plan di encama şerekî de derketiye holê û ji ber wî şerî piraniya Xezayê bûye devereke ku xelkê xwe diqewitîne.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Eger tê xwestin şerê li Xezayê bi dawî bibe, ji bilî qebûlkirina plana DYA’yê tu derfetên din tune bûn. Şantajkirina Hemasê nedikarî heta dawiyê dewam bike. Girtina rehîneyên Îsraîlê dibû hinceteke rewa ji bo berdewamkirina şerê hovane yê Îsraîlê yê li ser Xezayê. Rewşeke wiha êdî nayê qebûlkirin, heta li DYA’yê jî.

Rewşek heye ku nikarin jê birevin. Di dawiyê de Hemas neçar ma ku vê rastiyê qebûl bike û tev li alîgirên plana Trump bibe, li şûna ku tenê wekî karteke di destê Îranê de bimîneke.”

EL QUDS EL EREBÎ: PIŞTÎ PEYMANÊ SIBEROJA XEZAYÊ ÇI YE?

Rojnameya El Quds El Erebî li ser siberoja Xezayê ya piştî pêkanîna plana Trump nivîsand. Rojnameyê ew plan wek "nexşerêyeke tijî hûrgiliyên nezelal” ku hewceyî dan û standinên dijwar e, nirxand.

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Îsraîlê ya Benjamin Netanyahu nerazîbûna xwe li hember daxuyaniya Hemasê ya pejirandina planê nîşan da, lewma dê hewl bide di dan û standinan de bi bend û mekanîzmayên pêkanîna peymanê bilîze.

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Netanyahu tim dixebitî ji bo dan û standinan û îhtîmala gihaştina rêkeftineke agirbestê têk bibe. Tê zanîn ku wezîrê wî yê tundraw Îtamar Ben Gvir, tim pesnê xwe daye ku wî rê li ber rêkeftineke bi Hemasê re girtiye.”

(k)