Li Lubnanê rêzecivînên şermezarkirina Komploya Navneteweyî

PYDˊê û Kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêzecivîn li deverên cuda yên Lubnanê organîze kirin. Di daxuyaniya hevbeş de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku li rola xwe ya di vê komployê de vegerin û rastiya pêk hatiye nas bikin.

Li Lubnanê rêzecivînên şermezarkirina Komploya Navneteweyî
6 cotmeh, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya derbasbûna 27 salan di ser destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star li deverên cuda yên Lubnanê, bi armanca balê bikişînin ser komployê ku 9ˊê Cotmeha 1998ˊan dest pê kiribû, civîn li dar xistin.

Civîn li deverên li başûrê welat, Bîqa û Beyrûtê hatin lidarxistin û bi daxuyaniyek hevbeş ji hêla PYDˊê û Kongra Star ve bi dawî bûn. Berdevkê Meclisa PYDˊê Xalid Xalid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 9ˊê Cotmeha 1998ˊan de yek ji xetertirîn komployên navneteweyî di dîroka Rojhilata Navîn a nûjen de li dijî kesayetû rêberê bi milyonan gelên azadîxwaz, Rêber Abdullah Ocalan, pêk hat.

Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku tişta di wê rojê de bûye, ne tenê hedefgirtina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bû, lê êrişa berfireh a dijî projeya azadî û demokrasiyê bû ku Rêber Abdullah Ocalan di fikir û felsefeya xwe ya siyasî de bi cih aniye û tê de bingehên çareseriya mayînde ji bo pirsgirêka Kurd daniye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komplo di bin zextên herêmî û navneteweyî yên hêzên ku tu projeya rizgariyê naxwazin de, Rêber Abdullah Ocalan neçar kir ku ji Sûriyeyê derkeve. Rêber Abdullah Ocalan li gelek dewletan li çareseriyeke siyasî û aştiyane gerî, lê bersiva wan ew bû ku hevkarî bi saziyên îstîxbaratê yên navneteweyî re danîn. Di dawiyê de Rêber Abdullah Ocalan di 15ˊê Sibata 1999ˊan de li Kenyayê hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi derbasbûna 27 salan di ser komployê re, aşkera bû ku fikra Rêber Abdullah Ocalan têk naçe, lê veguherî meşaleya ku rêya azadiyê li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, li tevahî Rojhilata Navîn ronî dike.

Di dawiya daxuyaniyê de ji hêzên navneteweyî hat xwestin ku li rola xwe ya di vê komployê de vegerin, rastiya pêk hatiye nas bikin û hat gotin ku "Daxwaza me ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ku temsîla klîta çareserî û aştiyê li Tirkiyeyê û herêmê tevahî dike, adilane û rewa ye."

(fr)