Rûsyayê 251 dronên Ukraynayê xistine xwarê

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê di şevekê de 251 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê 251 dronên Ukraynayê xistine xwarê
6 cotmeh, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser Telegramê ragihand "Şeva borî, pergalên parastina hewayî 251 dronên Ukraynayê asteng kirin û xistin xwarê.”

Wezaretê diyar kir: "40 dronên Ukraynayê li ser axa Komara Qirimê, 34 li ser Herêma Kurskê, 30 li ser Herêma Belgorodê, 20 li ser Herêma Nizhny Novgorodê, 17 li ser Herêma Voronezhê û 11 li ser Herêma Krasnodarê hatin têkbirin.”

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha hat gotin: “8 dron li ser Herêmên Bryansk û Tula, 4 li ser Herêmên Ryazan, 2 dron li ser Herêmên Vladimir, Ivanovo, Kaluga, Tambov, û Oryol, û yek li ser Herêmên Lipetsk û Moskovê hatin xistin. "

Daxuyaniyê da zanîn ku 62 dron jî li ser Deryaya Reş û 5 li ser Deryaya Azovê hatine xistin.

(k)