Sibe nivîsgehên siyasî yên YNK û PDK’ê dicivin

Nivîsgehên siyasî yên YNK û PDK’ê dê sibe li ser mijara îdareya Kerkûk, Mûsil û hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bicivin.

Sibe nivîsgehên siyasî yên YNK û PDK’ê dicivin
3 sibat, 2024   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar e sibe nivîsgehên siyasî yên YNK û PDK’ê li bajarê Silêmaniyê bicivin. Dê mijarên girîng yên civînê pêkanîna îdareya nû ya Kerkûk û Mûsilê û her wiha mijara hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê be.

Li gor agahiyên der barê mijarên civîna Nivîsgeha Siyasî ya YNK’ê û Nivîsgeha Siyasî ya PDK’ê ku dê sibe li bajarê Silêmaniyê bê lidarxistin, dê pêkanîna îdareya nû ya Kerkûk û Mûsilê û hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê mijarên sereke yên civînê bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku biryar e Dadgeha Federal a Iraqê û li ser çend dozên girîng sibe bicive û yek ji wan dozan jî, doza hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.