CENTCOM: Hêzên me 12 balafirên bêmirov ên Hûsiyan xistin xwarê

CENTCOM’ê ragihand ku kêmek beriya niha 12 balafirên bêmirov ên Hûsiyan li çend deverên cuda yên Yemenê xistine xwarê.

CENTCOM: Hêzên me 12 balafirên bêmirov ên Hûsiyan xistin xwarê
3 sibat, 2024   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku kêmek beriya niha 12 balafirên bêmirov ên Hûsiyan li çend deverên cuda yên Yemenê xistine xwarê.

 Fermandariyê têkildarî xistina xwarê ya 12 balafirên bêmirov ên Hûsiyan li çend deverên cuda yên Yemenê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin kêmek beriya niha hêzên wan 12 balafirên bêmirov ên çekdarên Hûsî li çend deverên cuda yên Yemenê xistine xwarê. Her wiha fermandariyê eşkere kir ku balafirên bêmirov ên Hûsiyan ji aliyê hêzên wan yên li Kendava Edenê ve hatine xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şeva borî hêzên Amerîkayê êrişî komên çekdar yên nêzîkî Îranê li Iraq û Sûriyeyê kir.