Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê

Bi sedan ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyan êrişên dewleta Tirk a dagirker a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana HRE'yê re nîşan da.

Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
Ciwanên Helebê bi meşekê piştgirî da HRE'yê
3 sibat, 2024   21:06
HELEB

Ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember dewleta Tirk a dagirker û şermezarkirina êrişên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bi sedan ciwanên Helebê meşeke meşaleyî li dar xist.

Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat organîzekirin. Ciwan ji pêşiya navenda tevgerê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi meşaleyan ber bi Parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ve meşiyan.

Li wir, endama rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Jiyan Hesen axivî û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo piştgiriya HRE'yê û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, nû kir.

Jiyan Hesen bang li ciwanan kir ku ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, tev li HREˊyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin.

(mh)