Sêyemîn Mihrîcana Orkêş çandên cuda tîne ba hev

Endama komîteya amadekar a Sêyemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîkê diyar kir ku mihrîcana sêyemîn ji yên berê cuda ye, di mihrîcanê de berhemên nûjen ên ku cihêrengiya çandî nîşan didin û jiyana hevbeş di navbera gelan de pêş dixin, têne pêşkêkşkirin.

Sêyemîn Mihrîcana Orkêş çandên cuda tîne ba hev
Sêyemîn Mihrîcana Orkêş çandên cuda tîne ba hev
Sêyemîn Mihrîcana Orkêş çandên cuda tîne ba hev
Sêyemîn Mihrîcana Orkêş çandên cuda tîne ba hev
Sêyemîn Mihrîcana Orkêş çandên cuda tîne ba hev
10 kanûn, 2025   11:01
HESEKE

Sêyemîn Mihrîcana Orkêş ya Mûsîkê roja Duşemê li bajarê Hesekê, dest pê kir. Di mihrîcanê de berhemên nûjen ên ku cihêrengiya çandî nîşan didin û jiyana hevbeş di navbera gelan de pêş dixin, têne pêşkêkşkirin.

 24 komên hunerî yên ku pêkhateyên cûda li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dikin, her wih kom û hunermendên ji Başûrê Kurdistanê beşdarî mihrîcanê bûn.

RENGEK NÛ Û COŞEKE MEZIN

Hevsroka Tevgera Tevgera Mezobotamyayê ya Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama komîteya amadekar a mihrîcanê, Sumeya Mihemed der barê çalakiyên mihrîcanê de axivî.

Sumeya diyar kir ku mihrîcana îsal ji yên berê yên di salên 2017 û 2023`an de hatinl lidarxistin, pir cuda ye. Sumeya got  ku di festîvalên pêşîn de tenê komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, ji ber şert û mercên ewlehiyê û êrişên li ser Rojava, ku rê li ber beşdarbûna komên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê girt.

Sumeya destnîşan kir ku di mihrîcana îsal de gelek komên li herêmê û yê ji derve beşdar bûn, û "rengek nû û coşek mezin" li mirîcanê zêde dike.

DERFETEK RASTÎN JI BO ŞÊNIYÊN HESEKÊ

Sumeya Mihemed destnîşan kir ku armanca sereke ya mihrîcanê ew e ku ezmûnek hunerî ya nû û cûda pêşkêşî gel bike, ku cihêrengiya çandî nîşan bide. Her wiha da zanîn ku mihrîcan ji bo xelkê Hesekê derfeteke mezin e ku çandên cihêreng nas bikin, ji ber mozaîka wê ya dewlemend a mirovî û çandî, bajarê Hesekê cîhek girîng e ji bo vê mihrîcanê.

Sêyemîn Mihrîcana Orkêş ya Mûzîkê ji 8 heya 11ê Kanûnê berdewam dike, dê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bibe.

(k)

ANHA