‘Dayika Ûweyş tîmsala hemû dayikên azad e’

Dayika 3 şehîdan Semîra Ehmed bi boneya salvegera 32’yemîn a wefata dayika Ûweyş got dayika Ûweyş ji tevahî jinan re bû dayik û bû hêza azadiyê û wekheviyê.

‘Dayika Ûweyş tîmsala hemû dayikên azad e’
11 nîsan, 2025   06:17
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi boneya salvegera 32’yemîn a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan Ûweyş, endama Rêxistina Sara ya Kantona Firatê Semîra Ehmed ji ajansa me re axivî.

Semîra Ehmed dayika 3 şehîdan; Harûn, Zîn û Egîd e. Semîrayê diyar kir ku wan têkoşîn û berxwedana xwe ji dayika Ûweyş girtine û got: “Dayika Ûweyş tu carî li pêşiya zarokê xwe nebû sînordar, wê dixwest hemû gel di nava azadiyê de bijîn. Kurê dayika Ûweyş Rêber Apo di nava jiyaneke azadî û wekheviyê de mezin kir û Rêber Apo ji bo tevahî gelê di bin zordarî û îşkenceyan de tê koşiya û gel ji bin wê qirkirinê derxist.”

Semîrayê destnîşan kir ku dayika Ûweyş ji bo jinan mînak e û got: “Dema ku Rêber Apo biçûk bû, dayika wî Ûweyş ji Rêber Apo re dibêje kurê min dema tu vegeriyayî ji min re qumaşekî bîne. Dema ku Rêber Apo vedigere malê dayika Ûweyş jê dipirse te çima ji min re qumaş neanî, Rêber Apo ji dayika xwe re dibêje dayê min barê Kurdistanê diyarî we kiriye.”

Di berdewama axaftinê de Semîrayê wiha got: “Em bi dayika Ûweyş serbilind in, ji ber ku kesayetek mîna Abdullah Ocalan aniye dinê. Ocalan sûd ji hêza dayika xwe girt û ew kir jêdera şoreşa jinan û ji bo wê tê koşiya. Rêbertî jî dibêje dayik civak bi xwe ye û rastiya vê yekê di kesayeta dayika xwe de nas kiriye.”

Semîra Ehmed wiha lê zêde kir: “Min jî ew bawerî ji dayika Ûweyş girtibû, min di şerê Kobanê yê 2014`an de tevî zarokên xwe li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da. Hêza têkoşîna me ji mînaka dayika Ûweyş e. Dayika Ûweyş bi hêz û têkoşîna xwe tu car li hemberî têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê nesekinî. Divê dayik tu carî li pêşiya zarokên xwe nebin asteng, ji ber ku zarokên me ji bo Kurdistaneke azad tê dikoşin û canê xwe feda dikin.”

ANHA