Şêx Ehmed Ebdullah El Subah bû serokwezîrê Kuweytê
Şêx Ehmed Ebdullah El Subah wek serokwezîrê Kuweytê hat hilbijartin û jê hat xwestin ku wezîrên nû hilbijêre.
Serokwezîrê Kuweytê Şêx Mihemed Subah Salim El Subah rojek piştî aşkerakirina encamên hilbijartinên Meclisa El Oma îstîfiya xwe pêşkêşî emîrê Kuweytê Şêx Meşal Ehmed El Cabir El Subah kiribû.
Emîrê Kuweyetê îro Şêx Ehmed Ebdullah El Ehmed El Subah wek serokwezîr destnîşan kir û jê xwest ku endamên kabîneya nû hilbijêre.
(bb)