Meclisa Gelan a Minbicê civîna xwe ya asayî li dar xist

Di civîna asayî ya Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê de hevserok û 3 cîgirên hevserokatiya meclisê hatin hilbijartin.

15 nîsan, 2024   15:40
MINBIC

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê îro civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civîna li avahiya meclisê de endamên meclisê amade bûn. Guhertinên ku dê di rêveberiyê de çêbin, hatin xwendin.

Li ser wê esasê Fatih El Meşhed wek hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê hate hilbijartin.

Dûre di civînê de Mihemed Şêxo, Esma Remo û Hind Dagistan hatin hilbijartin û bûn cîgirên hevserokatiyê.

Her wiha di civînê de îstifaya cîgira meclisê Şehrîvan Çawîş, endama meclisê Talîn Diyaudîn hat qebûlkirin.

Piştî wê, hevserok û 3 cîgirên nû sond xwar ji bo ku dest bi erkên xwe yên nû bikin.

(şx)