Şêx Alî: Komên bi cilên nû hatine xemilandin bi navê hikûmetê kiryarên kirêt dikin

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê Mihyedîn Şêx Alî bal kişand ser êrişên li dijî herêmên Sahil, Siweyda û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û got: “Van koman xwe di çarçoveya hikumeta Suriyeyê de veşartine. Ew hêz bi cilên nû hatine xemilandin, kiryarên kirêt dikin. Ji bo ku rêya diyolaga di navbera Şam, QSD`ê, Rêveberiya Xweser û tevgera Kurdî de vebibe, divê rê li ber wan bê girtin.”

Şêx Alî: Komên bi cilên nû hatine xemilandin bi navê hikûmetê kiryarên kirêt dikin
7 ÇILE, 2026   13:55
QAMIŞLO

Têkildarî êrişên komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyê ku ev du roj in li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê didomin, her wiha derbarê destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyeyê û kiryarên hikumeta demkî yên li hemberî gelên Sûriyeyê de Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî ji ANHA`yê re axivî.

Mihyedîn Şêx Alî bal kişand ser êrişên li ser herêmên Sahil, Siweyda û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ev nirxandin kir: “Van koman xwe di çarçoveya hikumeta Suriyeyê de veşartine. Ew hêz bi cilên nû hatine xemilandin, di bin navê hikumeta Sûriyeyê de kiryarên kirêt dikin. Ji bo ku rêya diyolaga di navbera Şam, QSD`ê, Rêveberiya Xweser û tevgera Kurdî de vebibe, divê rê li ber wan bê girtin.”

‘MUDAXELEYA TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ NEYÎNÎ YE’

Mihyedîn Şêx Alî diyar kir ku mudaxeleya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ji bo Kurdan ji hemû aliyan ve heta niha jî mudaxeleyeke neyînî ye û ev nirxandin kir: “Ew jî berdewamiya siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Kurdên li Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk rê da ku bi dehhezaran kadroyên DAIŞ`ê derbasî Sûriyeyê bibin. Pêkhateyên Îxwan El-Mislimîn geş û xurt kirin, çek jî dane wan. Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kirin. Ev siyaseteke çewte. Hîn jî şêniyên Serêkaniyê nikarin vegerin malên xwe, waliyê Tirkiyeyê derbasî Efrînê dibe, ala Tirkiyeyê li Efrînê hatiye hildan, gelek xalên leşkerî hene. Bi hezaran malbatên Kurd ên Efrînê hîn jî nikarin herin gund û malên xwe.”

Mihyedîn Şêx Alî êrişên DAIŞ`ê yên li ser Kobanê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi bîr xistin û got: “Kurdan zehmetî kişandin, bi deh hezaran koçber bûn. Lê li hemberî êrişan ji Efrînê heta Qamişlo û Dêrikê, li Kobanê, Reqa, Girê Spî û Hesekê Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke dîrokî nîşan dan û ew yek bû semboleke cîhanî; bi destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqa û Baxozê DAIŞ têk bir, li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxên Helebê şervanên azadiyê, tenê ji bo xweparastinê tevdigerin.

(sb/a)

ANHA