Mehmûd El Mislit: Tiştê li Şêxmeqsûdê diqewime sûc e

Mehmûd El Mislit diyar kir ku tiştê li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê diqewime, sûc e û got dema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta demkî re hevdîtinê dike, di esasê xwe de bi Tirkiyeyê re dike.

Mehmûd El Mislit: Tiştê li Şêxmeqsûdê diqewime sûc e
7 ÇILE, 2026   13:19
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, di civîna xwe ya salane de pêşdeçûnên siyasî yên li Sûriyeyê, mekanîzmayên pêşxistina xebateke dîplomasî û têkiliyên siyasî li gel guhertinên lez ên li welat, nîqaş kirin.

Di civînê de rêbazên pêşxistina rola Nivîsgeha Têkiliyan wek xelekeke bingehîn di nava sûriyeyiyên derve û hundir de ye û hat gotin ku pêwîstiya qonaxê bi xîtabeke siyasî ya hevseng û berpirsiyar heye.

Girêdayî mijarê hevserokê MSDˊê Mehmûd El Mislit diyar kir ku Sûriye di qonaxeke girîng û xeternak re derbas dibe.

El Mislit da zanîn ku Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê pireke rastîn a navgîniyê di nava sûriyeyiyan de ye û vîzyonên wan nêzîk dike.

El Mislit bal kişand ser peymana 10ˊê Adarê û diyar kir ku ew rêveçûneke rastîn û cidî ya qonaxa heyeî ye, lê li beramberî vê ji ber destwerdanên derve astengiyên mezin derdikevin. Tiştê îro li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê rû didin, li dijî Sûriyeyiyan sûc e.

El Mislit behsa peymana 1ˊê Nîsanê kir û diyar kir ku tu rewabûna van êrişan tune ye, tiştê dibe sûc e.

Der barê rola siyasetmedaran di vê qonaxê de El Mislit anî ziman ku pêdiviya qonaxa heyî bi pêşxistina xebata siyasî heye û ew girêdayî diyaloga navxweyî wekî bijarteyeke bingehîn a çareseriyê ne.

Têkildarî paşguhkirina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zêdetirî 60 salî ve El Mislit anî ziman ku daxwaa nenavendîbûnê ne tenê girêdayî herêmeke diyar e, lê daxwazeke giştî ji Heleb û Şamê bigire heta bi Hemayê û tevahî herêman e, da ku Sûriyeyeke adilane û hevserng were avakirin.

El Mislit anî ziman ku dema şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta demkî re hevdîtinê dike, di rastiyê de ne bi wê re dike, bi dewleta Tirk re dike. El Mislit bang li dewletên derve kir ku ji destwerdana kar û barên Sûriyeyê bi dûr bikevin, ji ber ku Sûriyeyî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Di dawiyê de Mehmûd El Mislit diyar kir ku pêdiviya Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê bi pêşxistina xebata xwe ya dîplomasî di tevahî waran de ye, divê xeleka peywendiyên xwe berfireh bike.

(fr)

ANHA