Şêwekar Heyfa Kîkan wefat kir

Şêwekar Heyfa Kîkan ji ber krîza mejî ya ji nişka ve wefat kir.

Şêwekar Heyfa Kîkan wefat kir
17 tîrmeh, 2026   19:18
KOBANÊ

Şêwekar Heyfa Kîkan vê sibehê ji ber krîza mejî ya ji nişka ve li Helebê wefat kir.

Heyfa ji gundê Kîkanê yê rojhilatê bajarê Kobanê ye û di qada şêwekariyê de navdar e.

Heyfa Kîkan beşdarî gelek pêşangeh û mîhrîcanên hunerî bû ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihatin lidarxistin. Bi hunera xwe ya ku xweza, jîngeh û mîrateya herêmê îfade dike, şopek li du xwe hişt.

(bb)

ANHA