‘Baregeha Tenefê nehat hedefkirin‘

Çavkaniyekî leşkerî yê sûriyeyî têkildarî îdiayên Artêşa Pasdaran ku dibêje wê baregeha Tenefê bombebaran kir, got, êriş li ser Tenefê nehatiye kirin û ji sibatê ve hêzên amerîkî li vê baregehê nîn in.

‘Baregeha Tenefê nehat hedefkirin‘
17 tîrmeh, 2026   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdarên Îranê îro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê li navenda fermandariyê ya operasyonên taybet a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li herêma Tenefê ya li Sûriyeyê xistine. Medyaya dewletê ya Îranê jî îdia kir ku êriş weke bersiva êrişa li Îranşahrê hatiye kirin ku di encamê e leşkerên Îranî jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyekî leşkerî yê sûriyeyî der barê van agahiyan de ji dezgehên medyayê re axivî. Çavakî got, tu êriş li ser baregehê nehatine kirin û ji Sibata îsal ve hêzên amerîkî li vê baregehê nîn in.

Çavkanî got, derbeya Îranê ne li herêma Tenefê, lê li herêmek çolî ya vala ket.

(bb)