Li Helebê du malbat bi hev ketin: Birîndar hene

Li taxa Meyser a bajarê Helebê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Li Helebê du malbat bi hev ketin: Birîndar hene
17 tîrmeh, 2026   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku li taxa Meyser a bajarê Helebê du malbat bi hev ketin. Çavkaniyan got, di pevçûnê de çekên sivik, navîn û bombeyên destan hatin bikaranîn. 

Li gorî çavkaniyan, di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û rewşa birîndarek giran e. Her wiha zerar li erebeyek barhilgir bû.

Çavkaniyan dane zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 kes bi gumana ku destê wan di bûyerê de heye girtin û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

(bb)