Şewata li Zirganê stasyona sotemeniyê xistiye çemberê

Şewata li gundewarê Zirganê pêketiye stasyona sotemeniyê ya di navbera Zirgan û Kesrayêd e xistiye çemberê. Hemwextî wê li gundê Selmase yê rojavayê Til Temirê jî şewatek derket.

Şewata li Zirganê stasyona sotemeniyê xistiye çemberê
Şewata li Zirganê stasyona sotemeniyê xistiye çemberê
Şewata li Zirganê stasyona sotemeniyê xistiye çemberê
18 hezîran, 2026   17:11
HESEKÊ

Şewata ku ji baregehên dewleta Tirk ên li gundewarê bajarê Zirganê ve hatiye pêxistin, ber bi herêmên derdorê ve belav dibe, stasyona sotemeniyê ya di navbera bajarên Zirgan û Kesrayê de xiste çemberê.

Tîmên Awarte û şênî hewldanên xwe yên rêgirtina li pêş berbelavbûna şewatê û negihîne depoyên sotemeniyê didomînin.

Girêdayî mijarê, îro li gundê Selmase yê rojavayê Til Temirê şewatek berfireh çêbû. Şênî û Tîmên Awarte hewl didin şewatê kontrol bikin, negihîne mal û milkên şêniyan. Di heman demê de Tîmên Awarte yên Til Temirê hewl didin şewata ji aliyê Zirganê ve tê vemirînin.

(fr)

ANHA