Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Jagiellonian a Polonî peymana hevkariyê îmze kir

Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Jagiellonian a Polonî, di çarçoveya xurtkirina têkiliyên akademîk, berfirehkirina hevkariya zanistî û navneteweyî ya navbera her du saziyan de, peymana hevkariya akademîk îmze kir.

Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Jagiellonian a Polonî peymana hevkariyê îmze kir
18 hezîran, 2026   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xurtkirina têkiliyên akademîk, berfirehkirina hevkariya zanistî û navneteweyî ya navbera her du saziyan de Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Jagiellonian a Polonî peymana hevkariya akademîk îmze kir.

Şandeyek ji Zanîngeha kobanê peymaneke hevkariya akademîk bi Zanîngeha Jagielloiana li Krakofa Polonî îmze kir. Da ku têkiliyên akademîk xurt bike û hevkariya navneteweyî berfireh bike.

Di nav şandeya Zanîngeha Kobanê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Mamoste Şervan Mislim û Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd hebûn. Her du aliyan li ser awayên hevkariya di lêkolînên zanistî, danûstandina pisporiya akademîk û pêkanîna çalakiyên zanistî yên hevbeş de nîqaş kirin.

Zanîngeha Jagiellonian yek ji zanîngehên herî kevin ên Ewropî ye, ku di sala 1364’an de hatiye damezrandin. Ev yek dîrokeke akademîk, ku zêdetirî 660 salan berdwam e. Zanîngeh bi çalakiyên xwe yên berfireh di perwerdehî, lêkolînên zanistî û hevkariya navneteweyî de tê naskirin. Ew bi deh hezaran xwendekar û lêkolînerên ji hemû aliyên cîhanê di nav xwe de dihewîne.

Her wiha her du aliyan piştrast kir ku ev peyman gavek girîng e ber bi avakirina hevkariyek akademîk ve ye, wê pêvajoya perwerdehî û lêkolînê bi pêş bixe, derfetên hevkariya zanistî û çandî û pevguherîna zanistî di nava her du aliyan de xurt bike.

(fr)