Şewata ku ji ber bombebarana dewleta Tirk derketibû didome

balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Kanê û Sêgirê yên li qontara çiyayê Metînayê bombebaran kir di encam de şewat derket.heta niha bi sedan darên xwezayî û darên li nav baxên welatiyan şewitîne.

Şewata ku ji ber bombebarana dewleta Tirk derketibû didome
19 hezîran 2024   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de, li gundên Kanê û Sêgirê yên ser bi Amêdiyê ku dikevin qontara çiyayê Metînayê şewat derket.

Li gor zanyariyan şewat ji duh ve didome, bi sedan darên xwezayî û darên nava baxên welatiyan şewitîne.

Li gor heman zanyariyan tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê neçûne deverê, welatî bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin, lê heta niha jî agir nehatiye vemirandin.