Çete di rojên cejnê de jî xeracê distînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rojên cejnê de jî xerac ji welatiyan standin.

Çete di rojên cejnê de jî xeracê distînin
19 hezîran 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan raporeke berfireh li ser xeracên ku komên çete di rojên cejna Qurbanê de ji şêniyan standin, weşand.

Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên ’Sultan Murad’ li kolanên Racoyê ya Efrînê hezar lîreyên tirkî xerac ji bo her dikaneke pevguhertina pereyan, zêran û madeyên xwarinê  standin.

Di raporê de hate destnîşanirin ku ji bo dikanên firotina telefonan û parçeyên wan jî 800 lîreyê tirkî, ji bo xwaringeh û dikanên firotina cilan jî 500 lîreyên tirkî xerac standin.

Hate gotin, li Kolana Tel jî ji 600 heta 750 lîreyê tirkî xerac ji bo dikanên bazirganiyê standin û 300 lîreyê tirkî ji bo her dikaneke madeyên xwarinê û berberiyê, 2 hezar û 500 lîreyên tirkî jî ji bo besteyan standin.

Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên ’El Emşat’ û ’Cebha El Şamiye’ li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê 500 lîreyê tirkî xerac ji bo dikanên pevguhertina pereyan û 300 lîreyên tirkî ji bo dikanên din ên bazirganiyê standin. 

Li gorî raporê, çeteyên “Polîsên Leşkerî" li xaçerêya gundê Kefer Cene – Şêrayê 50 lîreyê tirkî ji bo her erebeyeke sivîl standin. Ji bo her erebeyeke barhilgira kel û pelan jî 100 lîre standin û ji bo kesên ku cara yekemîn derbasî bajarê Efrînê dibin jî 200 lîre standin.

(bb)