Li Idlibê mêrekî îşkence li zarokekê kir

Li bajarokê Fewa yê Idlibê  mêrekî  lingê zarokekê girê dan û bi daran îşkence lê kir. 

Li Idlibê mêrekî îşkence li zarokekê kir
19 hezîran 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo dîmenek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand. Dîmen li bajarokê Fewa yê Idliba dagirkirî hatiye kişandin. Di dîmen de mêrekî lingên zarokeke keçîn girê dane û bi daran lê didin.

Îbrahîm Şêxo li kêleka dîmen postek parve kir. Di postê de got yek ji kesên îşkenceyê li zarokê dikin, Îbrahîm Îbrahîm Nesir ê ji gundê Uteyba yê Şamê ye, lê li bajarokê Fewa bi cih bûye.

Şêxo diyar kir ku piştî îşkenceyê zarok birine mala xizmekî wî li herêma Efrînê. Şêxo bang li aliyên hiqûqî kir ku zarokan ji tundiyê biparêzin û hesab ji sûcdaran bipirsin.

Îşkenceya li zarok hatiye kirin, li medyaya dîjîtal bû cihê nerazîbûneke tund.

(bb)