Şevbuhêrka helbestan û ahenga îmzekirina pirtûkê hat lidarxistin

HRRKˊê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şevbuhêrka helbestan û ahenga îmzekirina pirtûka “Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De” ya nivîskar Yasmîn Ebas li dar xist.

21 gulan, 2026   20:11
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şevbuhêrkek a helbestan û ahenga îmzekirina pirtûka “Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De” ya Yasmîn Ebas li dar xist. Rewşenbîr, helbestvan, zimanzan û mamosteyên Zanîngeha Rojava tev li çalakiyê bûn. 

Şevbuhêrk bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Helbestvan Rewan Bedirxan helbestên “Çima” û “Hey Jînê”, Ebdurehman Silo helbesta “Zimanê Kurdî” û “Kurdistan”, Diyala Elî helbesta “Xanî”, Izeddîn Silêman helbesta “Zimanê Kurdî Bê Nav”, Mihemed Ebdo helbesta “Mizgîniya Ava Mezin” xwendin. Helbestvanan di helbestên xwe de evîndarî, zimanê Kurdî, hestên neteweyî, şehîd, rexneyên siyasî û rexneyên li ser hêzên hegemon vegotin.

Piştî xwendina helbestan ahenga îzmekirina pirtûka “Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De” ya nivîskar Yasemîn Ebas pêk hat. Pirtûk lêkolînî ye û ji 139 rûpelan pêk tê. Pirtûk di sala 2025’an de ji aliyê Weşanên HRRK’ê ve, li Qamişloyê hatiye çapkirin.

Nivîskar di destpêka pirtûkê de qala jiyana Mele Mihemedê Palo kiriye. Mele Mihemed di sala 1920’î de li gundê Palo yê Sêraçurê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Di zarokatiya xwe de sêwî dimîne, jiyanek di nava hejariyê de dijî. Di sala 1935’an de diçe bajarê Qamişloyê. Mele Mihemed gelek berhem li pey xwe hêlane, lê dîwanên wî yên bi navê “Dewr û Gera Kurdistanê”, “Rêzimana Kurdî”, “Civîna Nemiran” hatine çapkirin. Mele Mihemed sala 1991’ê li gundê Cirnikê yê Qamişloyê wefat kiriye.

Di pirtûkê de nivîskar ji Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî (1980) heta Damezrandina Komara Mihabadê (1946), Peymana Lozanê (1923), Komkujiya Helebceyê (1988) qal kiriye, dîsa qala teoriya netewperweriyê dike. Di berhemên Mele Mihemed de qala van kiriye. Her wiha bandorbûna Mele Mihemedê Palo ji serhildanan û rengvedana netewperweriyê di helbestên wî de nivîsiye. Her wiha cih daye berhemên Mele Mihemed Palo. 

Nivîskar Yasmîn Ebas beriya ku pirtûka xwe îmze bike spasiya mamosteyê Zanîngeha Rojava, malbata Mele Mihemedê Palo û kesên beşdar kir. Yasmîn Ebas diyar kir ku ji ber keda Mele Mihemedê Palo di wêje û zimanê Kurdî de wê xwestiye pirtûkê li ser keda wî binivîse.

Piştî wê nivîskar pirtûka xwe ji xwîneran re îmze kir.

Yasmîn Ebas di 2003’ê li gundê Dugirê yê Tirbespiyê ji dayîk bûye. Heta dibistana Amadeyî li Tirbespiyê xwendiye. Li Zanîngeha Rojava Beşê Wêjeya Kurdî (Qamişlo) xwendiye. Ev yekem berhema Yasmîn Ebas e.

(bî/fr)

ANHA