Trump: Em nahêlin Îran çekên nukleerî bi dest bixe

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku welatê wî "nikare destûrê bide Îranê çekên nukleerî bi dest bixe" û destnîşan kir ku Washington dê bi depoya uranyuma dewlemendkirî ya Tehranê re mijûl bibe.

Trump: Em nahêlin Îran çekên nukleerî bi dest bixe
21 gulan, 2026   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro, li Koşka Spî ji rojnamevanan re daxuyand ku îro, "Em ê depoya uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bi dest bixin û dûv re dibe ku wê tune bikin" û destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê bi baldarî mijara Îranê dişopîne.

Der barê şoreya deryayî de, Trump got, "Em bacên transîtê li Tengava Hurmuzê naxwazin", bi vê yekê amaje bi girîngiya misogerkirina herikîna azad a bazirganî û enerjiyê bi vê rêya deryayî kir.

Trump da zanîn ku aloziya bi Îranê re "wê di demek nêzîk de bi dawî bibe. Wê Amerîka bi rêbazên cudatir tiştê dixwaze bi dest bixe."

Di dewama axaftinan de Trump anî ziman ku dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextên zêde li ser Tehranê dike û hêzên deryayî yên Amerîkayê "dorpêçek xurt" li ser Tehranê ferz dike. Her wiha Trump destnîşan kir ku Washington naxwaze uranyuma dewlemendkirî di hundirê Îranê de bimîne û dê dê hewl bide ku depoya uranyuma dewlemendkirî ya Îranê hema ku bi dest bixe, ji holê rake.

(fr)