Wezîrê Hundirîn bi fermandarên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê re civiya

Wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi fermandarê Ewlekariya Hundirîn a Hesekê û cîgirê wî û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin re li Şamê civiya.

Wezîrê Hundirîn bi fermandarên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê re civiya
21 gulan, 2026   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala Exbariya El Sûriye ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê, wezîrê Karên Hundirîn ê hikumetê Enes Xetab bi fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, cîgirê wî Mehmûd Xelîl Elî û hejmarek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li Şamê civiya.

Ev hevdîtin di çarçoveya nîqaşkirina rewşa ewlehî û xurtkirina hevkariyê di nava aliyên eleqedar de li gorî peymana 29ˊê Çileyê ya navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, pêk tê.

Di hevdîtinê de hejmarek ji dosyayên girêdayî rewşa ewlehî ya parêzgeha Hesekê, rêbazên pêşxistina mekanîzmayên kar û hevkariyê hatin nîqaşkirin.

(fr)