Şervanên QSDˋê di nuqteyeke çeteyan li gundewarê Minbicê de çalakî kir

Şervanên Hêzên Komandos ên QSDˋê di hundirê nuqteyeke çeteyên dagirkeriya Tirk li gundewarê Minbicê de çalakiyeke bibandor pêk anî.

Şervanên QSDˋê di nuqteyeke çeteyan li gundewarê Minbicê de çalakî kir
25 kanûn, 2024   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenên çalakiyekê ku şervanên wê yên Komandos li dijî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê bajarê Minbicê li nêzî herêma Bendava Tişrînê pêk tîne, parve kirin.

Di dîmenên çalakiya taybet de şervanên Komandos bi xuşandinê dikevin nuqteyeke çeteyan û bi roketê diavêjin pencereya ku çete tê re çavdêriyê dikin. Roket dikeve hundirê nuqteyê û bi çeteyan de diteqe.

Ji zêdetirî 2 hefteyan ve şervanên QSDˋê li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê û gundewarê herêma Bendava Tişrînê bersivên tund didin hewldanên çeteyan ên dagirkirina wan gundan.

(fr)

ANHA