Ji koçberên Girê Spî bang: Dagirkeriyê bi dawî bikin

Çalakvanên koçber ên ji bajarê Girê Spî bang kir ku dagirkirina bajarê Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dawî bikin ku vegerin bajarê xwe.

Ji koçberên Girê Spî bang: Dagirkeriyê bi dawî bikin
25 kanûn, 2024   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên koçber ên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, di daxuyaniyekê de diyar kir ku pêwîstî bi bidawîkirina dagirkriina bajarê wan û cezakirina sûcdaran heye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin. "Em xelkê bajarê Girê Spê yê Sûriyeyê ne ku ji zêdetirî 5 salan ve em bi darê zorê hatine koçberkirin. Bi hezaran şênî di tevahî binpêkirinan re derbas bûn. Nehiştin em vegerin, heta nehiştin em sardana warê xwe jî bikin. Gelek ji me hewl da sardana herêmê bikin, lê mixabin hatin revandin û windakirin. Niha û piştî ketina rejîma Beşar Esed di 8ˋê Kanûnê de û vegera tevahî xelkê Sûriyeyê li xak û malên xwe û rakirina tevahî bendan li pêş wan, em jî bang li raya giştî ya Sûriyeyê û civata navneteweyî dikin ku her kesên di mal û herêmên me de derxin û mafên me vegerînin, tevahî sûcdarên bûne sedem em koçber bibin, ceza bikin. Em vê dozê ji tevahî hiqûqnasên bajarê Girê Spî û xelkê Sûriyeyê re dişînin ku ji dadgehên Sûriyeyê û navneteweyî re bişînin. Em li bendê ne ku were îsbatkirin ku tu ferq û cudahî di navbera welatiyekî ji Şamê û welatiyekî ji bajarê Girê Spî de tune ye."

(mh/fr)