DEM Partiyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Şandeya Îmrarliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina xwe ya 3’yemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kir. 

DEM Partiyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
26 sibat, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiye ya Enqereyê daxuyaniyek da. 

Ayşegul Dogan da zanîn ku Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re îro serlêdan kiriye.