Şervanên li Kobanê israra xwe ya li ser berxwedanê nîşan dan

Şervanên YPJ û QSD`ê bi şêniyên Kobanê re li bajarê Kobanê israra xwe ya li ser berxwedanê careke din dubare kirin û ji bo piştgiriyê bang li ciwanan kirin.

Şervanên li Kobanê israra xwe ya li ser berxwedanê nîşan dan
20 ÇILE, 2026   17:52
KOBANÊ

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bajarê Kobanê li Qada Jina Azad bi beşdarbûna şêniyên Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Sozdar Dêrik ve hate dayîn. Sozdar Dêrik got: “Ey gelê Kobanê yê welatparêz, em ji bo berxwedanê hazir in.”

Sozdar Dêrik da zanîn ku ew wekî şervanên azadiyê bang li hemû ciwanên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Ewropayê û bi taybet li Kobanê kir ku piştgiriya şervan û gelê xwe bikin. Bi hevgirtin û piştgiriyê ew ê dijminê xwe bişikînin û got: “Bi rastî jî me heta niha dijminê xwe şikandiye.”

(fr)

ANHA