Serokwezîrê Misirê li Bexda ye

Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbulî bi serdanek fermî beriya demek kurt gihişte Bexdayê.

Serokwezîrê Misirê li Bexda ye
30 ÇILE, 2025   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Iraqê ragihand ku beriya demek kurt Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbulî bi serdanek fermî gihişte paytexta Iraq Bexdayê.

Hate diyarkirin ku Mistefa Medbulî û şandeya li gel, ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Esîr Xureyrî ve hate pêşwazîkirin.

Biryare Serokwezîrê Misirê li gel berpirsên Iraqê bicive û li ser rewşa herêmê û peywendiyên navbera her du welatan de guftugo bikin.