Çalakiya nobeta li Bendava Tişrînê di roja 23’yan de dewam dike

Tevî êriş û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 23’yan de dewam dike.

Çalakiya nobeta li Bendava Tişrînê di roja 23’yan de dewam dike
30 ÇILE, 2025   11:59
BENDAVA TIŞRÎN

Li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja 23’yan de dewam dike.

28’ê Çileyê bi sedan şêniyên kantona Cizîrê çalakiya nobetê dewr girt. Tevî êrişan jî şênî nobetê didomînin, li bendavê nîqaşan li dar dixin û bendavê paqij dikin.

(bb)

ANHA