Serokkomarê Iraqê: Em piştgiriyê didin pêvajoya ku PKK’ê ji bo aştiyê daye destpêkirin

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di Civata Giştî ya 80’yemîn a Neteweyên Yekbûyî de axivî û têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê got “Iraq pêşwaziyê li însiyatîfa ku PKK’ê ji bo pêvajoya aştiyê daye destpêkirin dike.”

Serokkomarê Iraqê: Em piştgiriyê didin pêvajoya ku PKK’ê ji bo aştiyê daye destpêkirin
24 îlon, 2025   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di Civata Giştî ya 80’emîn a Neteweyên Yekbûyî de axivî. Letîf Reşîd di beşek axaftina xwe de li ser hilbijartina parlementoya Iraqê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê despêkiriye de axivî.

Letîf Reşîd diyarkir ku gelê Iraqê xwe ji bo hilbijartina dema şeşem a parlementoyê amade dike ku di atmosfereke gelek hestiyar de birêve diçe.

Her wiha Letîf Reşîd da zanîn hilbijartin wê pêngavek be ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraq û herêmê ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê û qeyranên din pêre rûbirû maye.

Di derbarê peywendiyên Iraqê ya li gel welatên cîran de jî Letîf Reşîd got: “Iraq piştgiriyia ji bo birêveçûna pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurd û dewleta Tirk de dike.

Iraq pêşwaziyê li însiyatîfa ku PKK’ê ji bo pêvajoya aştiyê daye despêkirin dike. Qonaxekî nû ya xebata siyasî destpêkiriye.”