‘Fedakariyên şehîdan dê ji bo nifşan bibin ronahî’

Şêniyên Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê yên tev li merasîma oxirkirina şervanê QSDˊê şehîd Omer Mihemed El Mûsa bûne, got "Dê fedakariyên şehîdan ji bo nifşan ku rêça têkoşîn û rûmetê bişopînin, bibin ronahî.”

24 îlon, 2025   14:40
TEBQA

Bi sedan xelkê kantona Tebqayê koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantonê dimînin, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên girêdayî wê, tevgerên jin û ciwanan, hêzên ewlekarî û leşkerî tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Omer Mihemed El Mûsa bûn. Şehîd Omer El Mûsa li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê hat oxirkirin.

Şervanê QSDˊê şehîd Omer El Mûsa di 22ˊyê Îlona 2025ˊan de li bajarê Meskenê yê rojhilatê Helebê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Li pakrewangehê, hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyan a kantona Tebqayê Foza Mihemed axivî û got: "Şehîd ronahiya rêça azadî û rûmetê ne, her roj li ser vê xaka pîroz em fedakariyên wan ên di oxira parastina welat de nas dikin. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê em sersaxiyê didin malbata şehîd û hevrêyên wî. Em seber û aramiyê ji malbatê re dixwazin. Ji ber ku welatê bêyî bêhna şehîdan tu bêhnxweşa wê tune ye.”

Li aliyekî din jî li ser navê QSDˊê yê kantona Tebqayê berdevk Seqir Curniyê axivî û got: "Em îro li vir kom bûne, ku bi şehîdên xwe yên ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye serbilind in."

Endamê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Şêx Ebdulqadir El Xelîl axivî û got: Ev şehîd ne tenê kesên ji vê duyayê koç dikin in, lê ew di bîra netewe û wijdana wê de nemir in. Ew in ên ku rêya serbilindî û rûmetê bi fedakariyên xwe ji me re xêz kiriye û îsbat kir ku fedakariya di oxira maf û azadiyê de merteyên bilind in.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Omer Mihemed hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA