Serokkomarê Iraqê: Divê enfal weke jenosîd bê naskirin

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi boneya salvegera enfalê peyamek belav kir û got: “Divê nûnertiya Iraqê li Neteweyên Yekbûyî ji bo sucên nefalê weke jenosîd were naskirin bikeve nava hewldanê.”

Serokkomarê Iraqê: Divê enfal weke jenosîd bê naskirin
14 nîsan, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya enfalê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

“Xwîna şehîdan stûna bingehîn ya demokrasiyê ye, ji bo vê bang li parlamentoyê dikim ku ji bo tezmînata kesûkarên enfaliyan yasayek derbixe. Divê nûnertiya Iraqê ya li Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku enfal weke jenosîd were naskirin kar bike. Hemû Iraqî û bi taybet jî Gelê Kurd ji destê sucên rejîma dîktator zilm dîtine, ji bo vê bang li hemû Iraqiyan dikim bibin yek û girêdayî sîstema demokrasiyê bin. Ger ev yek çêbibe wê aştî, wekhevî û jiyanek hevbeş di nava hemû pêkhateyên Iraqê de çêbibe.”

ENFAL ÇİYE?

Enfal ku di erebî de tê wateya ‘bahozê’ di pirtûka pîroz Qûran’ê de jî navê ayetekî ye. Her wiha Enfal navê kod yê operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibat’ê heta 6’ê Îlona 1988’an ji aliyê rejima Baas ve li Kurdistanê pêk hatine ye. Enfal, ji aliyê General Elî Hasan El Mecîd ê xizmê serokdewletê Iraqê Sedam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur yê Partiya Baas a Iraqê ve hat meşandin. El Mecîd ê ku ji hêla kurdan ve wekî ‘Elî Kîmyawî’ dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû.

Enfal bi fermana serokê rejîma Baasê Sedam Hisên ji aliyê Elî Hesen Mecîd ve hate kirin. Enfal bi 8 qonaxan hate meşandin. Di encama van 8 qonaxan de 182 hezar Kurd hatin qetlkirin, nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin.