3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn

Şehîdên Helebê Mehmûd Cuma El Mewas, Şaban Mehmûd El Îsa û Ehmed Cuma Selame li Reqayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
3 şehîdên Helebê hatin bibîranîn
14 nîsan, 2025   14:48
REQA

Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndar û Gaziyên Şer a Kantona Reqayê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Mehmûd Cuma El Mewas û şervanên Erka Xweparastinê Şaban Mehmûd El Îsa û Ehmed Cuma El Selamê yên ku 2’yê Kanûna 2024’an de li Helebê li ser erka xwe şehîd bûbûn, konê sersaxiyê veda û merasîma xiyabî li dar xist.

Şêniyên bajarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî herikîn bin konê sersaxiyê ku ji pêşiya avahiya Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndar û Gaziyên Şer a Kantona Reqayê hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê, wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Elî Kobanê axivî. Elî Kobanê di axaftina xwe de pesnê fedakariyên şehîdan da û diyar kir ku dê şopdarên rêya wan bin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê Lûey El Îsa jî di axaftina xwe ji bo pêkanîna armancên şehîdan banga domandina berxwedanê kir.

Di dewama merasîmê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Xilûd Mihemed jî got: "Şehîd meşaleya ku rêya azadiyê ronî dikin. Şehîdan di rêya parastina welatê xwe de canê xwe feda kir."

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndar û Gaziyên Şer Îbrahîm El Hemûd jî got: "Şervanên me ku gihaştin cihekî bilind û emaneta parastina erd û rûmeta me ji me re hiştine. Em ji malbatên wan re diyar dikin ku em ê rêya wan berdewam bikin."

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA