Serokkomarê Fransayê çû Beyrûtê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron danê siharê gihişt paytexta Lubnan, Beyrûtê.

Serokkomarê Fransayê çû Beyrûtê
17 ÇILE, 2025   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Erebî, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron danê siharê gihiştiye Lubnanê. Tê gotin ku Macron ji aliyê serokkomarê Lubnanê Cozêf Aoun ve hatiye pêşwazîkirin.

Li gorî heman çavkaniyê Macron wê bi berpirsên Lubnanê re bicive.

Hêjayî gotinê ye piştî 12 caran civîna parlamentoyê, di 9’ê vê mehê de Cozêf Aoun weke serokkomarê Lubnanê hate hilbijartin.