Serokê şandeya Başûr: Bi hatina Rojava hestên me yê Kurdewarî berztir bûn

Serokê şandeya Tevgera Nifşê Nû (Niwey Niwê) Şivan Seyîd destnîşan kir ku bi rih û can piştgiriyê didin Şoreşa Rojava, serkeftina şoreşê, serkeftina ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Serokê şandeya Başûr: Bi hatina Rojava hestên me yê Kurdewarî berztir bûn
24 ÇILE, 2026   10:51
QAMIŞLO

Serokê şandeya Tevgera Nifşê Nû (Niwey Niwê) Şivan Seyîd ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê serdana Rojava kir nerîna xwe bi ajansa me re parve kir.

Şivan Seyîd hestên xwe yên hatina Rojavayê Kurdistanê bi van gotinan anîn ziman: “Hestên min wekî welatparêzek û parlemanterekî hesteke kurdewarî ye, berê jî hestê kurdewarî hebû, lê piştî em hatin Rojava bêhtir berztir bû.”

Di berdewama axaftina xwe de Şivan Seyîd da zanîn ku dema wan şênî û şervanên Rojava dîtin, pê re jî berxwedana wan dît wan moral girt û wiha dom kir: “Em hatin moralekê bidin, îcar berovajî wê çêbû, me moral ji wan girt.”

Şivan Seyîd destnîşan kir ku ew weke xelkê Başûrê Kurdistanê bi rih û can piştgiriyê didin Şoreşa Rojava û got: “Serkeftina vê şoreşê, serkeftina ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Têkildarî hatina wan ji bo Rojava Şivan Seyîd diyar kir ku ew beriya çend salan anku ji destpêka Şoreşa Rojava de dixwestin serdana Rojava bikin û tevlî şoreşê bibin jî, lê ji ber rê nedihate dayîn ew nikarîbûn serdanê bikin û wiha dewam kir: “Ew ji bo hebûna xwe ya niha li bajarê Qamişloyê serbilind in û pêşwaziyeke bicoş ji bo me hate kirin. Tişta ji me tê xwestin em ê ji bo gelê Rojava pêşkêş bikin.”

Şivan Seyîd destnîşan kir ku divê her kes li herêm, gund û bajarên xwe yên li Kurdistanê û Kurdên li derveyî welat ji bo êrişên li ser Rojava bên rawestandin, bi rêya xwepêşandanan peyama xwe bigihînin civakên navneteweyî û konsolosxaneyan. Divê rê ji bo her kesê ku bixwaze tev li Şoreşa Rojava bibe, bê vekirin û got: “Di vê demê de pêdiviya Rojava bi alîkariya madî û manewî heye, pêdivî bi pêwîstiyên tenduristî, kel û pelan heye.”

(sb/fr)

ANHA