Kobanê Ji ber sermayê 4 zarokan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê kobanê ji ber sermayê 4 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Kobanê Ji ber sermayê 4 zarokan jiyana xwe ji dest da
24 ÇILE, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber dagirkerî û êrişên komên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran kes li Rojavayê Kurdistanê koçber bûne. Koçberên ji cih û warên xwe bûne, di nava şert û mercên gelek giran û zehmet de ne.

Li gorî agahiyên ku ji Nexweşxaneya Hêviya Nûjen li Kobanê hatine wergirtin, 4 zarok ji ber kêmbûna xwarinê û ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest dan.