Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi boneya salvegera xwe pêşangehek li Qamişloyê vekir.

Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
Weqfa Jina Azad pêşangehek vekir
22 îlon, 2025   13:26
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 11`emîn a damezirandina Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya li Qamişloyê, Pêşangeha Huner û Destkariyan a Jinan a 11`emîn bi dirûşma "Hunera jinan rûmeta civakê ye" hate lidarxistin.

Pêşangeh li navenda Weqfa Jina Azad a li Qamişloyê bi tevlêbûna 7 jinên endamên weqfê pêk hat.

Jinên beşdar gelek berhemên hunerî, cil û bergên gelêrî û hwd pêşandan.

Rêvebera Weqfa Jina Azad Sultana Xişo di pêşangehê de axivî û diyar kir ku wan xwestiye di salvegerê de hunera jinan derxin pêş, wê her armanca wan a sereke ew be ku ji bo pêşxistina hunera jinan xebatê bidin meşandin.

Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di Îlona 2014`an de hatiye damezrandin. Ew bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî yên di qadên aborî, siyasî, tenduristî û çandî de xebatê dike. Navendên wê li bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Çilaxa, Hesekê, Dirbêsiyê, Reqa, Tebqa, Kobanê, Sirîn, Heleb û Şamê hene.

(ah)

ANHA