Serokê Paraguayê îstîfa kir

Serokê Paraguayê Santiago Peña, piştî kîrza bankan û hilweşîna Banka "Ueno" îstifa kir.

Serokê Paraguayê îstîfa kir
5 mijdar, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Paraguayê Santiago Peña, piştî hilweşîna banka “Ueno” û bandorên wê li ser bi milyonan kesên eleqedar ku nikarin xwe bigihînin hesabên xwe, îstîfa kir.

Li gorî Reutersê, Peña di axaftineke bidîmen de diyar kir ku biryara wî ji bo misogerkirina îstiqrara welêt, parastina aştiya civakî û saziyên demokratîk hatiye dayîn.

Ev îstifa di demekê de tê ku bandorên neyînî yên hilweşîna bankê her ku diçe zêdetir dibin. Serokê Banka Navendî ya Paraguayê roja sêşema borî îstifa kiribû û rayedaran jî di çarçoveya vê krîzê de 8 rêveberên payebilind girtin.

Peña, ku wekî hevalbendê Serokê DYA’yê Donald Trump tê dîtin, piştgiriya çend endamên partiya xwe ya muhafezekar winda kiribû, wê jî hişt tecrîda wî ya siyasî kûrtir bibe û rê li ber îstifaya wî veke.

Ji bo ku ev îstifa bikeve meriyetê, divê ji aliyê Senatoyê ve were erêkirin. Parlamenteran da zanîn ku îhtîmal e Senato zû tev bigere da ku veguhastina desthilatê bi awayekî aram pêk were.

(f)