Serokê eşîreke Kurd: Banga gel bi cih bînin

Serokê eşîra Erebiya ya Kurd bang li hemû partî û aliyên siyasî yên kurdî kir ku banga gel a yekitiya neteweyî bibersivînin.

Serokê eşîreke Kurd: Banga gel bi cih bînin
21 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

"Sûriye di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe. Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ji ber vê yekê ji tevahî tevger û partiyên siyasî tê xwestin ku yekitiya neteweyî ya kurdî ava bikin. Ev yekitî wê qedera gelê Kurd û hebûna wê diyar bike." Bi van gotinan serokê eşîra Erebiya ya Kurd Hac Emîn Hecî Xelîl girîngiya helwesta yekbûyî ya aliyên siyasî yên kurdî vegot.

Hac Emîn Hecî Xelîl bang li tevahî partî û aliyên siyasî yên kurdî kir û got: "Divê tevahî partî û aliyên siyasî yên kurdî bang gel bi cih bînin, nakokiyên xwe bidin aliyekî, li ser maseya diyalogan rûnên, şandeyekê ava bikin ku temsîla hêviyên gel û diyalogên bi Şamê re bike.”

Hac Emîn Hecî Xelîl diyar kir ku gelê Kurd ku hevkareke esasî li Sûriyeyê ye, ji dîroka kevin ve têkiliyên wî bi pêkhateyên din re li ser esasê aştiya navxweyî û jiyana hevbeş e. Hecî Xelîl got, mafê Kurdan heye ku bi aştî li ser erdê xwe bijî û daxwaza mafên xwe yên rewa bike.

Serok eşîrê Erebiya Hac Emîn Hecî Xelîl li dijî zehmetî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yekitiya neteweyî ya kurdî pêwîstiyek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker û hin dewletên herêmê hewl didin destkefiyên Kurdan têk bibin û xaka wan dagir bike. Ji ber vê yekê îro ji her demê bêtir em banga yekrêziya kurdî dikin.”

(bb)

ANHA