Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk re nîşaneyên vegera DAIŞ'ê li Sûriyeyê zêde dibin

Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî sivîl û leşkeran ên li çolistana Sûriyeyê de, 70 kes hatin kuştin. Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê ji êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sûdê werdigirin û plan dikin ku êrişî navendên girtina çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk re nîşaneyên vegera DAIŞ'ê li Sûriyeyê zêde dibin
21 kanûn, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di çend daxuyaniyên xwe yên dawîn de ragihandibû ku zanyariyên wan hene ku çeteyên DAIŞ`ê plan dikin êrişî navendên ku çekdarên DAIŞ’ê û malbatên wan lê girtî ne yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Ebdî ji rojnameya The World a Brîtanyayê re axivî û got: "Têkildarî planên DAIŞ`ê yên ji bo êrişên li ser navendên ku endamên DAIŞ'ê û malbatên lê ne, agahiyên îstîxbaratî di destê me de hene." Her wiha tekez kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bandorê li ser belavbûna QSD’ê dikin.

70  KES LI ÇOLISTANA SÛRIYEYÊ JI ALIYÊ DAIŞ’Ê VE HATIN KUŞTIN

Piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê di 8’ê Kanûnê de, çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyeyê 6 êriş li dijî sivîl û leşkerên rejîma Sûriyeyê ya berê pêk anîn û di encamê de 70 leşker û sivîl hatin kuştin.

Her wiha di 17’ê Kanûnê de şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê, di encamê de 2 endamên wê şehîd bûn 2 endam û hin sivîl jî birîdar bûn.

Her wiha li bejahiya başûrê rojhilatê kantona Tebqayê jî êrişî hêzên Ewlekariya Hundirîn û nuqteyên QSD’ê yên li nêzî Medanê kirin.

Di 16’ê Kanûnê de, artêşa Amerîkayê ragihandibû ku hêzên wan ji bo ku DAIŞ nekaribe êrişan bike û li naverasta Sûriyeyê belav bibe, operasyon pêk anîne û 12 çeteyên DAIŞ’ê kuştine.

Rayedarên iraqî jî got agahiyên wan hene dê çeteyên DAIŞ'ê hewl bidin êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, bi taybet navendên girtina çeteyan ên li herêmên Rêveberiya Xweser.

DAIŞ JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK SÛDÊ WERDIGIRE

Berpirsên navneteweyî ji ber êrişên DAIŞ`ê dilgiran in, dibêjin ku DAIŞ dê hewl bide sûdê ji valahiya ewlehiyê û tevliheviya li Sûriyeyê wergire û bi hêzeke zêdetir vegere ku ev yek jî ji bo herêmê û cîhanê gefeke mezin e.

DAIŞ sûdê ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Minbicê û derdora Kobanê, her wiha mijûlbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, digire û hewl dide vegere qada Sûriyeyê û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Husên hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê dest bi xwekomkirinê kiriye, piştî ku çekên ku artêşa rejîma berê ya Sûriyeyê li pey xwe hiştibûn, desteser kirin.

Wezîrê iraqî di dema axaftina bi telefonê ya li gel wezîrê brîtanî yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hamish Falconer de, ew hişyarî da: "DAIŞ refên xwe ji nû ve birêxistin dike, ji ber ku di encama hilweşîna artêşa Sûriyeyê de dest danîne ser gelek çekan. Vê yekê hişt kontrola xwe li herêmê berfireh bike.”

(k)

ANHA