Şêniyên gundên Kobanê xwedî li banga QSD’ê derketin

Di çarçoceya bersivdana banga seferberiya giştî ya QSDˋê de, şêniyên gundên bajarê Kobanê ragihand ku ji bo parastina Kobanê li hember êrişên dewleta Tirk a dgairker û çeteyên wê ew amade ne.

Şêniyên gundên Kobanê xwedî li banga QSD’ê derketin
Şêniyên gundên Kobanê xwedî li banga QSD’ê derketin
Şêniyên gundên Kobanê xwedî li banga QSD’ê derketin
21 kanûn, 2024   07:10
KOBANÊ

Di çarçoveya daxuyaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ku dewleta Tirk a dagirker plan dike li dijî Kobanê û Eyn Îsayê êrişan pêk bîne, şêniyên gundên Kobanê diyar kir ku ew amade ne li kêlek QSDˋê parastina bajarê xwe bikin.

Beriya çend rojan xelkê gundê Qeremox ragihand ku wan Tûgaya Şehîd Siyamend ku ji 100 şervanên pispor ên ku berê li dijî DAIŞˋê şer kirine, ava kir û gotibû, "Me çawa DAIŞ ku hevalbendê Tirkiyeyê têk bir, em ê dewleta Tirk a dagirker jî li Kobanê têk bibin."

Girêdayî wê, duh mêr û jinên gundê Bexdik ê rojhilatê bajarê Kobanê û gundê Îdaniyê yê rojavayê ragihadibû ku ew ji bo parastina bajarê xwe li hember êrişan amade ne çekan rakirin û herêmên xwe li hember êrişan biparêzin.

Beriya çend rojan jî ciwanên bajarê Kobanê xwedî li banga QSD’ê derketin û li kêleka şervanan li eniyên şer cih girtin. Ciwanan bang li ciwanên hemû pêkhateyan kir ku ji bo parastina herêmê rabin ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê didomînin, li hemberî wê şervanên QSD’ê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.

(mh/fr)

ANHA