`Serkeftina pêvajoya siyasî li Sûriyeyê bi dewleteke komkar û edaleteke demkî ve girêdayî ye`

Nûnerê taybet ê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de axivî û got siberpoja pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê, bi avakirina dewleteke komkar ku nûnertiya tevahî welatiyan dike ve girêdayî ye. Pedersen destnîşan kir ku divê mijara parçebûnê û nebûna baweriyê çareser bibin ku pêdiviya wê bi guheritnên ewlehiyê, edaleteke civakî û hilbijartinên giştî heye.

`Serkeftina pêvajoya siyasî li Sûriyeyê bi dewleteke komkar û edaleteke demkî ve girêdayî ye`
18 îlon, 2025   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê NY`yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de axivî û got ji bo ku pêvajoya siyasî û veguhêz a Sûriyeyê bi serkeve, divê dewleteke komkar ku nûnertiya tevahî welatiyan dike bê avakirin, divê ev yek tenê ne daxuyanî be lê belê divê gavên cidî bên avêtin, derbirîn azad be, nûnertiya siyasî giştî be. 

Pedersen hişyarî da ku baweriyeke kûr nîn e, ji bo wê jî Pedersen got divê tedbîrên cidî werin girtin ji bo ku bawerî, ava bibe, diyalog berdewam bibe û piştgiriya dîplomasî were girtin. Pedersen destnîşan kir ku NY`yê amade ye di vî warî de alîkariyê bike.

Her wih Pedersen bang li Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê kir ku li hember sûcên li peravê û Siwêdayê çê bûne, tedbîr û girtekên diyar bigire.

Pedersen aşkera kir ku li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de, pirsgirêkên ewlehiyê yên mezin hene ku bi guhertina sektora ewlehiyê, bêçekkirinê, jikardûrxistina leşkeran û ji nû ve entregakirina wan ve girêdayî ne.

Pedersen hişyarî da ku xetereya “terorê” bi dawî nebûye û şaneyên DAIŞ`ê, çalak in û li her derê tundiyê belav dikin. Pedersen bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe ji Kampa Holê vegerînin.

 Pedersen got biserxistina edaleta veguhêz, şerteke bingehîn a biserxistina pêvajoya siyasî ye û diyar kir ku NY`yê amade ye piştgiriya komîteyên edaleta demkî û windahiyan bikin. Pedersen bang kir ku li Sûriyeyê hilbijartinên giştî li dar kevin ku tevahî sûriyeyî tev lê bibin û rêzê ji pirrengiya di nava welêt de digire.

Pedersen îşaret bi destwerdanên leşkerî yên Îsraîlê di Sûriyeyê de kir û bi “nayên qebûlkirin û divê rawestin” wesifandin. Di heman demê de diyar kir ku divê metirsiyên ewlehiyê, bi rêya Qanûna Navneteweyî û lihevkirina 1974`an û diyaloga dîplomatîk, çareser bibin.

(şx)